المساعد الشخصي الرقمي

مشاهدة النسخة كاملة : Sirûda newroz


فارس الزيباري
08-20-2009, 10:05 PM
Newroza îsal di dil de şaxê xwe vedan e
Belê arê te her tumî kewa keseran e
Xtîra te yî tumî li bala mezlûman e
Goriya te cejnê ji cane sê Mihemedan e
Arê te newrozê pîroze can vedijîne
Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e

Doza we çi xweşik e weke baxê gulan e
Newroza vê salê li ahenga Zekiyan e
Keda we bi ronak e li Bircê Amedan e
Destê me bişkê-jî em weke keleman e
Arê te newrozê pîroz e can vedijîne
Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e

Gulên ji tavê têne li baxê Duçeman e
Li kohê Qendîlî Baz û Kevok lê gerîlan e
Li çi digrin dane ser şopa Someran e
Wek şîpê rokên e hêvîya çar kulîlkan e
Arê te newrozê pîroze can vedijîn e
Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e

hetava vê rojê ji rengê we şehîda ne
dana we fenerin li asoyî şeveqa ne
Barana we ji pişta naz û çav bewleka ne
Tîpê we naşikê hûn kurê pêximbera ne
Arê te newrozê pîroz e can vedijîne
Şewqa te diyare û evîn te şêrîn e

------------------------------------------------------------------
Qamişlo….

Li bajarê Qamişlo
Êvara newrozê da
Rijya xîwna sê bira
Bû ronak û pêtî da
Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan

Bû ronak û pêtî dan
Ser pelê deftera min
Bû aha kesra min
şûna van sê kulîlkan
Qîz û xortên qereman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan


Bi bîna sê kulîlkan
Xweşik dibe doza min
Ronî dibe roja min
Di vê roja pîrozda
Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan

Di vê roja pîrozda
Rewşa rindê deng veda
Bi nave her sê çiran
Di dîlana êgirda
Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan

b_roj
09-03-2009, 07:37 PM
ده سته كانت خوشبن

فارس الزيباري
09-03-2009, 09:23 PM
سوباس سه ركه وتو بى

هيمن وراموس4
09-03-2009, 09:39 PM
سوباس سه ركه وتو بى

فارس الزيباري
09-03-2009, 10:17 PM
زوووووووووووور سوباس براى به ريز